Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Amerîkayê careke din binkeyên spaha pasdaran li Sûriyê kirine armanc

11:46 - 14 Çirriya paşîn 2024

CENTCOMê belav kiriye ku enbarên cebilxane û navenda locistîkiya milîsên ser bi rêjîma Îranê li bersiva êrîşkirin bo ser binekeya “Elşedadî” ya Amerîka kiriye armanc.

CENTCOMê li roja Çarşemî 23ê Xezelwerê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku enbarên cebilxane û navenda locistîkî ya girûpeke ser bi rêjîma Îranê li bersiva êrîşkirina bo ser binkeya “Elşedadî” kirine armanc û teqandine, pêka vê daxuyaniyê, li vê êrîşê de ti xisareke malî û canî bi binke û serbazên Amerîkayê li vê binkeyê de nekevtiye.

CENTCOMê li roja Duşemiyê 21ê Xezelwerê jî raguihandibû ku 9 armancên ser bi rêjîma Îranê li 2 deveran de teqandine.

Çavdêrê Mafî mirovî li Sûriyê jî ragihandiye ku li êrîşa Amerîka bo ser devera Elbokemalê de 5 milîsên ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin.

Pêka rapora Elerebiye, li roja Çarşemiyê de Hêza Esmaniya Îsraîl, binkeyên Hizbullahê û binkeyeke leşkera Çarim a artêşa rêjîma Beşar Esed li derora bajarê Hums û Elqesîrê de bombebaran kirine.

Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê li vê derheqê de belav kiriye ku êreîşa Îsraîl bo ser binkeyê vekolîn û rêyên veguhastina cebilxane bo Hizbullahê li “Elqesîr” û derdora parêpzgeha Humsê bûye û binkeyeke vekolîn a leşkera Çarim a artêşa rêjîma Beşar Esed û binkeyên “El-Edra” li devera “Berbile” û “pira Eldef û pira Elmûh” li derdora bajarê Humsê li nêzî sînorê Sûriye û Lubnanê  ku rêya vegihastina cebilxaneya rêjîma Îranê bo Hizbullahê ye, bombebaran kirine.