Hejmarek ji xwendekaran, mamostayên zanîngehan, pizîşkan û perestaran û hejmarek ji xelkê medenî li roja Çarşemî 23ê Xezelwerê, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûna nerizayetî lidar xistin.
Roja Çarşemî 23ê Xezelwerê, li Rojhilatê Kurdistanê de xelkê gundê “Mêşrengîna Hacî Qadir Girdeno”yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî li parzêgeha Kirmaşanê, li derheq guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan û herwisa pêrenegihîştin bi pirsgirêkên gaza gundê xwe, li ber deriyê fermandariya rêjîmê ya “Deşêt Zehab”ê de kombûna nerizayetî lidar xistin.
Li vê rojê de xwendekarên zanîngeha pîşeyî ya “Tûsî” kombûna nerizayetiya xwe berdewam kirin û li bînaya navendî ya vê zanîngehê de li derheq canjidestdana cihê şik û guman a “Emîrmehdî Çigînî” û xemsariya berpirsên pêwendîdar, bi rê ve birin.
Herisa li vê rojê de perestaran, karmendên ceribangehê û beşa radiyolojî yên nexweşxaneyên “Recayî û Zêynebiye” li bajarê Şîrazê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û dest ji karê rojane berdan û daxwaza zêdekirina hiqûq û kêmkirina givaşa kar kirine û nerizayteiya xwe li hember pêrenegihîştin û guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan ên sendîkayî, dane xuya.
Li bajarê Yasûcê de jî pizîşkên nexweşxaneya “Secad” û hejmarek ji heyeta zanistî li bajarê Yasûcê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember kuştina pizîşkê pisporê dil ê bi navê “Mesûd Davûdî” û nebûna ewlehiya canî û kar, li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li bajarê Yasûcê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.