Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Joe Biden” rêjîma Îranê bi mezintirîn gef binav kir

11:51 - 14 Çirriya paşîn 2024

“Joe Biden” bi tekezî bi Donald Trupm ragihandiye, tevî ku Çîn mezintirîn gef li ser pêgeha cîhaniya Amerîkayê ye, lê rêjîma Îranê gefa herî metirsîdar û lezgîn bo ser ewlehiya netewî ya Amerîkayê ye.

Roja Çarşemî 23ê Xezelwerê, “Cêk Salîwan” ê Şêwirkarê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê li civîneke rojnameyaniyê de ragihand: “Li hevdîtina Joe Bidên digel Donald Trump de, navbirî bi tekezî bi Donald Trump ragiyandiye ku Çîn mezintirîn gef li ser pêgeha cîhaniya Amerîkayê ye, lê rêjîma Îranê gefa rasretast a herî metirsîdar û lezgîn bo ser ewlehiya netewî ya Amerîkayê ye.

Herwisa Cêki Salîwan ragihands: “lezgîntirîn pirsgirêk, rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê ne ku li kiryarên xwe berdewam in û bi awayê rasterast li ser xelkê Amerîka û berjewendiyên Amerîka li Rojhiloata Navîn, bûne gef û hewce ye ku Amerîka bi lezgînî li hember wan bisekine”.

Rêjîma Îranê li heyama serkomariya Joe Biden de asta meyandina Oraniymê gihaniye nêzî berhemanîna çeka navkî, firotina nefta xwe bi armanca alîkarîkirian û geşedan bi terorîzma navnetewî zêde kiriye û fitneyên xwe li deverê zêde kirine, serbazên Amerîkayê Kuştine û êrîş kiriye ser binke û berjewendiyên Amerîkayê.