Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li 23ê Xezelwerê, 7 kes li girtîgeha Qizilhirê de bidar vekirin

11:52 - 14 Çirriya paşîn 2024

Rêjeya bidarvekirinan li girtîêgehên rêjîmê de bi lezgînî zêdetir dibe û li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de li roja Çarşemiyê 23ê Xezelwerê, 7 kes ku yek ji wan jin bûye, hatine bidarvekirin.

Sibêdeha roja Çarşemî 23ê Xezelwerê, rêjîma Îranê, 7 girtî ku yek ji wan jin bûye li girtîqeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de bidar vekirin, bi wî awayî rêjeya bidarvekirinan li heyva Xezelwera îsal, heta roja Sêşemî 22ê Xezelwerê, ji 112 haletan derbas bû.

“Hemze Turkaşwend” ê xelkê bajarê Kengawerê, “Ceifer Restigar” ê xelkê bajarê Hêrsînê, Ehmed Elîzade û 4 girtiyên din ku yek ji wan jin bûye û nasnameya wan hêj belav nebûye, hatine bidarvekirin.

Ehmed Elîzade ku bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li 8ê Banemera îsal de qirar bû bête bidarvekirin, lê bi sedema lêxweşbûna malbata sikalaker, piştî 28 çirkeyan ji sêdareyê anîne xwarê û bi alîkariya kadrê demanî ji mirinê rizgar bû lê careke din bi pêdagiriya malbata sikalaker, li 23ê Xezelwerê, bo cara duyem hate bidarvekirin.