Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropayê daxwaza erêkirina biryarenamek li dijî rêjîma Îranê kirin

11:54 - 14 Çirriya paşîn 2024

Hevdem digel çona Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, Troîkaya Ewropayê daxwaz kirine ku li civîna bê ya vê Ajansê, biryarnamek li dijî rêjîma Îranê bê erêkirin.

“Reuters”ê bi belavkirina raporekê hevdem digel çona “Rafaêl Girûssî” ê birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bo Îranê, pêka gotina dîplomatên Ewropayê ku navê wan eşkere nekiriye, daye zanîn ku Troîkaya Ewropayê, givaş xistine ser vê ajansê ku li cîvîna bê ya vê Ajansê de biryarnameyek li dijî rêjîma Îranê bê erêkirin.

Pêka vê rapora “Reuters”ê li halekê de ku cîhan li benda zivirîna Donald Trump ê Serkomarê hilbijartiyê Amerîkayê ye, troîkaya Ewropayê anku”Firanse, Alman û Birîtaniya” li hewlê de ne ku bi sedema hevkarînekirina rêjîma Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, vê rêjîmê bêxin nav givaşên zêdetir.

Pêka vê raporê, Troîkaya Ewropayê daxwa erêkirina biryarnameyekê ne ku vê ajansê erkdar dike bilî raporên 3 heyvane, raporek li jêr navê “rapora giştî” li derheq çalakiyên navkî yên rêjîma Îranê berhev bîne û belav bike ku li vê raporê de hûrdekariyên zêdetir ên li derheq pirsgirêkan ên wek lipeyketin bo peydakirina çavkaniya Oraniyoma li binkeyên neragihandî li xwe bigre.