Polîsê “FBI” a Amerîkayê, karmendekî Amerîkayê ku belgeyên bernameya êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê belav kirûbûn li welatê Kambocê de binçav kirin û bo girtîgeha Amerîka li dorgeya Goam, veguhastin.
Rojnameya “New York Times” û nûçegihaniya “Asoşêytêd Pirês” li roja derbasbûyî de dane zanîn ku pêka belgeyeke dadgehê, ew karmendê “CIA” ku belgeyên bernameya Îsraîl bo êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê eşkere kirine, li heftiya derbasbûyî de li dadgeha Federal a Vîrcîniyayê de bi 2 tohmetên hilgirtina bizanebûn a belgeyên nihênî û veguhastina wan zanyariyên berevaniya netewî, hatiye dadgehîkirin.
Pêka gotina Polîsên “FBI”yê, “Asif Wîliyam Rehman” ku li derveyî Amerîkayê hevkarî digel “CIA”yê dikir, li welatê Kambocê de hate binçavkirin û bo dadgehîkirin li dadgeha Federal de, bo dorgeya Goam a Amerîkayê hatiye veguhastin.
Li wan belgeyan de amadekariya hêza esdmanî ya Îsraîl, ceribandinên mûşekî û veguhastina cebilxane, hatine eşkerekirin û heta mijara çeka navkî ya Îsraîlê jî li wan belgeyan de hatiye.