Rêjîma Îranê sizayê bidarvekirinê bi ser 6 kesan ên li dosyeya “beçêhay Êkbatan”ê de bi tohmeta kuştina bizanebûn a besîcekî rêjîmê, sepand.
“Babek Pakniya”, yê parêzerekî dosyeya bi navê “Beçêhayê Êkbatan”ê li roja Çarşemî 23ê Xezelwerê de belav kir ku bi biryara şêwirkarê taya 13 a dadgeha sizakirin a rêjîmê li bajarê Têhranê de bi ser wan 6 kesên li vê dosyê de bi tohmeta kuştina bi zanebûna besîcekî rêjîmê hatine dadgehîkirinê, sizaya bidarvekirinê hatiye sepandin.
Li 4ê Xezelwera 1401 a Rojî de besîcekî rêjîmê yê bi navê “Arman Elîvêrdî” li dema serkutkirina xelkê medenî de li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de hate kuştin û rêjîma Îranê zêdetir ji 50 kes ji xelkê şehreka Êkbatanê binçav kirin û li nav wan kesan de “Mîlad Armûn, Elîriza Kefayî, Emîrmihemd Xuş Iqbal, Newîd Necaran, Husên Nêimetî û Elîriza Bermerzpûrnak” ji aliyê rêjîmê ve wek tohmetbarên bingehîn ên vê dosyê hatine dadgehîkirin, lê wan kesan jî bi berdewamî ew tohmeta rêjîmê red kiriye.