Welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê rêjîma Îranê ve, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekirin.
Sibêdeha roja Înê 25ê Xezelwera 1403 a Rojî, “Armanc Ezîzî”, welatiyê xelkê gundê “Axulan”ê li derdora bajarê Rebetê ser bi bajarê Serdeştê ku pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekirin.
Ew welatiyê Kurd 8 salan berî niha hatibû binçavkirin.
Herwisa û li vê derheqê de kesekî xelkê taxa Îslamabad a bajarê Selmasê, li roja Çarşemî 23ê Xezelwerê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatibû bidarvekirin.
Heta niha nûçeya bidarvekirina wan welatiyan li ragihandinên ser bi rêjîmê û berpirsên pêwendîdar ve, nehatiye belavkirin.
Herwisa li roja Çarşemiyê de 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Hemze Turkaşwend û Ceifer restigar” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê kerecê de jî hatibûne bidarvekirin.
Li vê rojê de rêjîmê 2 hevwelatiyên Azerî yên bi navên “Salar Şamîpûr û Elî Abidînî” jî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de bidar vekirbûn.