Rêkxistina Ceyşuledilê ragihandiye ku li şer û pevçonekê de digel hêzên spaha pasdaran a terorîst û hêzên îtilaata rêjîmê li devereke ser bi bajarê Serbazê de li Sîstan û Belûçistanê, dehan kes ji wan hêzan kuştine an birîndar kirine.
Roja Înê 25ê Xezelwerê, Ceyşuledilê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li sibêdeha roja Pêncşemî 24ê Xezelwerê, li gundê “Celal Abad” a ser bi bajarê Serbaz”ê, li navbera 8 kes ji hêzên ceyşuledilê û hêzeke zêde ya spaha pasdaran a terorîst û îtilaata rêjîmê de şer û pevçoneke 12 demjimêrî qewimiye û li vî şerî de derdora 35 kes ji wan hêzên rêjîmê hatine kuştin an birîndarkirin û dironeke rêjîmê jî xistine xwarê, lê 3 kes ji hêzên Ceyşuledilê jî hatine kuştin.
Herwisa Ceyşuledilê li vê daxuyanuiya xwe de bi tekezî îşare bi teqeya hêzên rêjîmê li xelkê medenî yê wî gundî kirine ku hejmarek ji wan gundiyan hatine kuştin û hejmarek jî hatine birîndarkirin û rêjîma Îranê ew gundiyên medeniye ku hatine kuştin, weke hêzên Ceyşuledil binav kirine.
nasnameya pasdar “Ehmed Zarê`î” ku pileya serheng duyemî û pasdar “Elî Rehmaniyan” ku pileya Sergurdî û pasdarek ê bi navê “Ehmedriza Sahib” ku li wî şerî de hatine kuştinê belav bûye lê nasnameya kuştî û birîndarên din ên rêjîmê, nehatiye zanîn.