Dayîkên şehîdan li duyemîn salvegera şehîdkirina hejmarek ji şehîdên tevgere “Jin Jiyan Azadî”yê û bo rêzgirtin ji şehîdên li heyva Xezelwerê, li ser gora wan şehîdan amade bûn û diruşma Şehîd namirin dan û yada wan şehîdan bi bilind ragirtin.
Roja Înê 25ê Xelwerê, li duyemîn salvegera şehîdên Sineya xwînawî li pêvajoya tevgera “Jin Jniyan Azadî” û bo rêzgirtin ji şehîdên li heyva Xezelwera 1401 a Rojî, li ser gora wan şehîdan amade bûn û destiyên gulan li ser gora wan danîn û diruma “Şehîd Namirin” dan û sirûda “Şehîd Şehîd” strandin û yada wan şehîdan bi bilind ragirtin.
Dayîkên şehîdan, bi hilgirtina wêneyên zarokên xwe yên şehîd soza xwe digel rêbaza zarokên xwe yên şehîd, dubare kirin û ragihandin ku nahêlin çiraya şoreşa wan bitemire û dê yada wan her dem bi bilind bê ragirtin.
Rêjîma dîktatore komara îslamî ku di şorişa Jînayê de sedan xortên şorişvan û serhildêr li ser şeqaman şehîd kirin, niha ji xwîn û yad û gor û navê wan şehîdan jî ditirse û gelek caran pêşya merasimên bîranîna wan şehîdan ji aliyê malbatên wan ve digre, yan bo evê ku yadê şehîdan bi bîr neînin û neçne ser gora zarokên xwe, dayîk û bab û endamên malbatên şehîdan destbiser dikin.