Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê tekezî li ser piştevanîkirina xwe li Îsraîlê kir

11:41 - 16 Çirriya paşîn 2024

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye ku Amerîka dê li hember her cureke êrîşeke rêjîma Îranê bo ser Îsraîl, dê piştevaniyê ji Îsraîlê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja Înê 25ê Xezelwerê de li hevpeyvîn digel “VOA” a Amerîkayê gotiye: “li derheq kiryarên ku rêjîma Îranê renge li hember Îsraîlê de bike, em li benda renge û egeran nînin, her wekî me bi caran gotiye, nabe rêjîma Îranê dest bi tolhildan ji îsraîlê bike an rewşê aloztir bike”.

Herwisa wî berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye: “Hekî rêjîma Îranê bixwaze wan kiyran encam bide em dê piştevanî ji Îsraîlê bikin û peyama me bo rêjîma Îranê rohn e, hekî êrîşên xwe li dijî Îsraîl an personelên Amerîkayê li deverê de zêdetir bike, dê paşhatên dijwar li pey xwe bîne”.

Ev axaftin li halekê de hatiye kirin ku rojnameya “Aksiyûs” bi belavkirin araporekê eşkere kiriye ku li êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser rêjîma Îranê, ceribanxaneya hestiyar û stratejîk a navkiya rêjîmê li binkeya “Parçîn” li nêzî bajarê Têhranê, li vê êrîşê de hatiye jinavbirin.