Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Îsraîl bo ser “Cehada Îslamî û Hizbullah”ê tundir bûne

11:43 - 16 Çirriya paşîn 2024

Li êrîşa Roja Pêncşemî 24ê Xezelwerê de berpirsê pêywendiyên Cehada îslamî li bajarê Demişqê de hatiye kuştin û qedera hejmarek ji endamên payebilind ên wan jî nexuyaye û li bajarê Beyrûtê de jî êrîş bo ser Hizbullahê berdewam e.

Pêka rapora Elerebiye, li êrîşa roja Pêncşemî 24ê Xezelwerê ya Îsraîl bo ser bajarê Demişqê, zêdetir ji 20 kes ji kadrên rêberatî û endamên wan milîsên ser bi rêjîma Îranê, hatine kuştin û Cehada Îslamî ya Felestînê jî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li vê êrîşê de berpirsê pêywendiyêpn erebî yê vê girûpê bi navê “Resmî Ebû Îsa” hatiye kuştin û qedera “Ebdulezîm Elmenawî” yê endamê rêberatî û endamê deftera siyasîya Cehada Îslamî bi sedema berfirehiya herifîna wî binayî, nexuya ye.

pêka rapora Elerebiye, termê 20 kesan li jêr kawilan hatine derxistin û 16 kes jî birîndar bûne.

Herwisa li roja Înê de Artêşa Îsraîl li 2 êrîşan de enbarên cebilxane, binke û jêrxanên Hizbullahê li taxa “Zahiye” ya bajarê Beyrûtê de kirine armanc û teqandine û roja pêştir jî rêya bingehîn a veguhastina cebilxaneya rêjîma Îranê bo milîsên ser bi vê rêjîmê li sînorê Sûriye û Lubnanê kirine armanc û xisarên giran li çendîn binkeyên Hizbullahê dane.