Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê şiyana kontrola enflasiyon û geşedan bi aboriya Îranê nîne

11:52 - 16 Çirriya paşîn 2024

Wezîrê Aboriya rêjîmê îtiraf kir ku rastî enflasiyoneke bilind hatine û her karek bo geşeya aborî dikin, dibe sedema bilindbûna nirxa enflasiyonê anku Teweromê û hekî bixwazin geşê bi aboriyê bidin, Tewerom bilintir dibe.

Roja Şemî 26ê Xezelwerê, Ebdulnasir Himmetî yê wezîrê aboriya rêjîmê tevî îtirafkirin bi bilindbûna nirxa enflasiyon li Îranê, îtiraf bi neşiyana rêjîmê li kontrola enfilason û geşedan bi aboriya Îranê kir û got: “Em her karekî bo geşedan bi aboriya Îranê dikin, dibe sedema bilintirbûna nirxa enfasiyonê û berewajî em her karekî bo kontrolkirina enflasiyonê dikin, dibe sedema sekinîna geşeya aborî”.

Tevî ku wî wezîrê rêjîma Îranê rêjeya enflasion eşkere nekiriye lê pêka lêkolînên meclîsa rêjîmê û derkevtina wan lêkolînan, tê xuya ku nirxa enfasiyon li heyama 3 salên pêştir de 3 qat anku %300 bilind bûye lê rêjîma Îranê bi fermî amade nîne vê yekê îtiraf bike.

Bi sedema dizî û gendeliya sîstematîk û herwisa bi hederdana dahata xelkê Îranê bo geşedan bi terorîzma navnetewî û siyasetên çewt ên rêjîmê, daketaina dahata xelkê û nebûna kar û bilindbûna nirxan li bazaran de bi sedema rola bingeîn a delalên ticarî li diyarîkirina nirxan de, rêjîma Îranê roj bi roj zêdetir li kirîza aboriyê de bat dibe.