Mamostayê zanîngeha pîşeyiya Şerîf, daye zanîn ku bo dabînkirina gaza hewce li Îranê hewceyî bi 250 milyon merta 3cî gaza din heye, lê bi sedema dabînnebûna vê, emê dê rastî qutbûna berqê bên.
“Haşim Ore`î” mamostayê zanîngeha pîşeyiya Şerîf, li derheq kêmanîna gazê li Îranê de gotiye: “ bo dabînkirina gaza hewce, me 250 milyon metra 3cî gaz kêm aniye û bi berçavgirtina demsala sir û seqema zivistanê, rojên dijwar li pêş me hene”.
Herwisa navbirî daye zanîn ku hekî dest bi şewata şil bikin û nekarin şewata hewce ya wizegehan dabîn bikin, dê rastî qutbûna tevav a berqê bên.
Gotinên wî mamostatê zanîngehê li halekê de ye ku rêjîma Îranê amade nîne rêjeya hinardekirina qaza şil û neftê kêm bike û li nav xelkê Îranê de dabeş bike, belku bo dabînkirina malî û kirîna cebilxaneyan bo milîsên ser bi vê rîjîmê û berfirehtirkirina fitneyên xwe, asta hinardekirina neft û gazê zêde dike û li hember de ji neft û gaza hewce bo xelkê Îranê kêm dike.