Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina berpirsên Hizbullahê li Lubnanê berdewam e

11:32 - 19 Çirriya paşîn 2024

Li dawî êrîşên artêşa îsraîl bo ser milîsên Hizbullahê 5 piledarên Hizbullahê ku yek ji wan berpirsê Ragihandina Hizbullahê bûye, hatiye kuştin û li çendîn deveran de enbarên cebilxane û binkeyên Hizbullahê hatine teqandin.

Roja Duşemî 28ê Xezelwerê, Mihemed Efîf ê berpirsê Ragihandina Hizbullahê digel 4 piledarên Hizbullahê li li devera “Zuqaq Elbelat” a bajarê Beyrûtê û fermandeyekî Hizbullahê yê bi navê “Ehmed Heyder Elhac” li başûrê Lubnanê de ji aliyê balafirên Îsraîl ve bûne armanc û hatine kuştin.

Herwisa li şerê bejayî yê Artêşa îsraîl digel milîsên Hizbullahê li başêrê Lubnanê, hejmarek ji milîsên Hizbullahê hatine kuştin û çendîn enbarên cebilxane û binkeyên Hizbullahê hatine teqandin û hejmarek ji çekên Hizbullahê kevte destê Artêşa Îsraîl.

Binyamîn Netanyaho li derheq şerê digel Hizbullahê de gotiye ku em digel rêjîma Îranê şer dikin.

Herwisa navbirî li derheq êrîşa bo ser binkeya navkî ya Parçînê li nêzî bajarê Têhranê, li 28ê Xezelwerê li parlemana Îsraîlê de gotiye: “me beşek ji bernameya navkiya rêjîma îranê ji nav bir lê rêya rêjîma Îranê bo berhemanîna çeka navkî hêj nehatiye daxistin”