Wezareta Derve ya Alaman ragihandiye ku 3 welatên Ewropayê, Firanse Alman û Birîtaniya digel Amerîkayê, biryarnameyeke nû li dijî rêjîma Îranê li Şêwreya Hukam de pêşniyar dikin.
Berdevkekî Wezareta Derve ya Alman daye zanîn ku Alman, Birîtaniya, Firanse û Amerîka biryarnameyekê li şêwerya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî de li dijî bernameya navkî ya rêjîma Îslamiya Îranê, pêşniyar dikin.
Herwisa wî berdevkê Wezareta Derve ya Alam ragihandiye ku serdana “Rafaêl Girûssî” yê serokê Ajansa navnetewî ya Wizeya Navkî, bo Îranê, ti guherînmek li vê biryarnameyê de nekiriye.
Li vê de derheqê de Mihemed Cewadê Larîcanî gotiye ku hekî em bixwazin em dikarin li 24 demjimaran de çeka navkî berhem bînin.
Gotinê navbirî li dijî gotinên Mesûd Pizişkiyan ê serkomarê rêjîmê li hevdîtina digel Rafaêl Girûssî de ye ku îdia kiribû Îran amadeyê nehiştina hemû nerohniyên li derheq bernameya navkiya xwe ye.
Rêjîma Îranê, sozên xwe yên li “NPT” anku biryarnameya rêgirî ji berfirehtirbûna çekên navkî cîbicî nake û bi micîdî û berdewamî li pey bidestveanîna çeka navkî ye.