Rêkxistina Ceyşuledilê daye zanîn ku 4 endazyarên danîna mînan ên spaha pasdaran a trorîst li Belûçistanê, li bajarê Serwanê de kirine armanc ku li encamê de 2 pasdarên terorîst hatine kuştin û yên din jî birîndar kirine.
Ceyşuledilê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li roja Dûşemî 28ê Xezelwerê, maşîneke hilgirê 4 piledarên spaha pasdaran a terorîst ên yekeya endazyarî ya texrîbatê li beşa danîna mînan li Belûçistanê, li bajarê Serawanê de kevtine ber êrîşa hêzên ceyşuledil ku 2 pasdarên terorîst hatine kuştî û 2 jî birîndar bûne.
Pêka vê raporê, wan pasdarên tertorîst bi armanca parastina ewlehiya xwe, bi maşîneke cura prayd li nav bajarê Serawanê de dor lêdane û kincên Belûçan li xwe kiribûn ku bi hişariya hêzên ceyşuledil, hatine naskirin û kevtine be êrîşa çekdarên Ceyşuledlê û hev tirorîst hatine kuştin û birîndarkirin.
Wan pasdarên rêjîmê rola rasterast li danîna mînan li deverên sînorî yên Belûçistanê de hebûne.
Pêka raporên belavbûyî, Ew 2 pasdarên rêjîmê ku hatine kuştin xelkê derveyî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bûne.