Bi sedema kirîza aborî û guherînên lezgîn li bazara bûrs a Îranê, xelk êdî amade nîne darayiya xwe li bazara bûrsê de dane û zêdetir diraf û darayiyên xwe yên din li mala xwe de radigrin.
Serokê odeya Îran li saziya Bûrs û belgeyên binirx “Semed Hesenzade” gotiye: niha bi sedema guherinên aborî li Îranê, piraniya xelkê, diraf û darayiya xwe li mal de radigrin û bi zêdekirina hitbara xelkê bi bazara Bûrsê em dikarin wan darayiyan bo aliyê bazara bûrsê rabikêşin.
Herwisa navbirî îdia kiriye ku wan darayiyan bi qazanca aboriya Îranê bi kar bînin û bi bazara Bursê, pirsgirêkên aboriya Îranê çareser bikin!
Ew îdiaye li halekê de ye ku bazara bûrs a Îranê bi berdewamî rastî daketina nirxa pişkan tê û darayiya xelkê roj bi rojê li vê bazarê de kêmtir dibe.
Enfasiyon, daketina nirxa dirafê Îranê li hember dirafên biyanî, gendeliya sîtematîk, dizî û seqetiya bernameyên aborî li Îranê û çendîn mijarên din, bûye sedema kirîza aborî li Îranê ku roj bi roj ew kiriza mezintir dibe û rêjîma Îranê tevî wan kêmasiyan, bûdceya Îranê bi armancên çewt li derveyî Îranê xerc dike.