Werzîşwanekî Kurd ê Têkwandokar ê xelkê bajarê Îlamê ku kedkarî dikir bi sedema teqîna cebilxaneyeke paşmavî a şerê 8 saleye li navbera rêjîma Îran û Îraqê, canê xwe ji dest da
Pêka rapora “Hengaw”ê roja Pêncşemiya derbasbûyî 24ê Xezelwera 1403 a Rojî, kedkarek ê bi navê “Ehmed Elîmihemedî” ê xelkê bajarê Îlamê li encama teqîna cebilxaneya paşmavî a şerê 8 saleye li navbera Îran û Îraqê li kargehekê de ku wek paşmav anîbûne nav kargehê, canê xwe ji dest daye.
Pêka rapora “Hengaw”ê ew teqîn li hewşa kargeheke paşmaveyan li bajarê Îlamê de qewimiye ku bûye sedema canjidestdana “Ehmed Elîmihemedî”, navbirî tevî ku werzişwanekî Têkwandoyê bûye, kedkarî dikir.