Rêjîma Îranê ji destpêka heyva Xezelwerê ve heta 27ê heyvê, zêdetir ji 131 kes li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de êidam kirine û li girtîgeha agahî li Melekanê de jî kesek li jêr îşkenceyan de kuşt.
Sibîdeha roja 27ê Xezelwerê, “Rehîm Feqîrî”, kurê Sebrî”, xelkê gundê Sêwederê ser bi devera Şipîran a bajarê Selmasê û “Perwîz Berahûyî”, xelkê bajarê Zahidane û girtiyekî din ku nasnama wî nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de girtiyek ê bi navê “Ferec Sermedî” yê temen 32 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê û Mistefa Molayî li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hatiye bidarvekirin.
Li sibêdeha roja 26ê Xezelwerê de jî, Mehdî Gîlanî li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê û “Secad Keremî” yê temen 31 salî, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê ji 1 heta 27ê Xezelwerê, zêdetir ji 131 kes li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine.
Herwisa rêjîma Îranê bi encamdana cinayeteke hovaneya din, kesek ê bi navê “Xefar Ekberî”, xelkê Melekanê ser bi bajarê Meraxê li girtîgeha îdareya agahî ya rêjîmê li bajarê Melekanê de bi qasekî îşkence kirûbûn ku piştî veguhastin bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Meraxê bi sedema wan îşkenceyan canê xwe ji dest daye.