Roja duşemiyê wezareta derve a Amerîka li derheq çon û mana endamên Hemasê li Turkiyê hoşdarî da dewleta Turkiyê .
Berdevkê wezareta derve a Amerîka tevî amajekirin bi mana parek ji endamên Hemasê di nava Axa Turkiyê de ku berî hingê li Qeterê hatibûne derêxistin, ragihand: Amerîka ev pirse bo deshilatdarên Turkiyê re zelal kiriye ku nabe dewleta Turkiyê wekî berê reftarê digel Hemasê û rêberên wê bikin.
Berdevkê wezareta derve a Amerîka herwisa got: Amerîka bi du parek ji rêberên Hemasê ye ku bigre, lewma ev êdî nikarin heçî cihekê ku dilê wan bixwaze bimînin, bi taybetî li welatekî wekî Turkiyê de ku hevalbendê Amerîka ye, nikarin bimînin û serbest tev bigerin.
Amerîka û Îsraîl haydar bûne ku piştî evê ku Qeterê parek ji endam û rêberên Hemasê derêxistin, ev li Turkiyê dimînin.
Qeterê li ser daxwaza Amerîka endamên Hemasê derêxistibûn, niha ku ev li Turkiyê dimînin, amerîka hoşdarî da Turkiyên ku vê şaşitiyê neke û bila xaka Turkiyê nebe cihê êvirgeha tirorîstan û milîsên girêdayî bi rêjîma Îranê.