Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn binke û enbarên spaha pasdaran a terorîst kevtine dest dijberên rêjîma Beşar Esed

11:56 - 3 Kanûna pêşîn 2024

Bi sedema pêşrewiya hêzên dijberî rêjîma Beşae Esed, hêzên spaha pasdaran ji binke û navendên xwe li Sûriyê direvin û binke, cebilxane û enbarên wan kevtine destê dijberên rêjîma Beşar Esed.

Li halekê de ku şer li nêzî deverên Rojavayê Kurdistanê berdewam e û xelk û hêzên Rojavayê Kurdistanê bervanî ji wan deveran dikin, hêzên spaha pasdaran a terorîst ji binke û bargehên xwe li deverên cuda yên Sûriyê direvin û cebilxane, enbar û binkeyên wan dikevine destê dijberên rêjîma Beşar Esed.

Tevî ku hejmareke nexuya ji hêzên spaha psdaran a treorîst li dema revînê de hatine kuştin û birîndarkirin, hinek jî kevtine destê hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed.

Li bajarê “Xan Şêyxûn”ê de jî çendîn binke û enbarên din ên spaha pasdaran kevtine destê dijberê rêjîma Beşar Esed û tevî bi dîlgirtina pasdarekî terorîst, enbarek ji hestiyên mirovan li binkeyeke wan de hate peydakirin.

Herwisa Amerîkayê li êrîşeke esmanî de karwaneke cebilxaneya rêjîma Îranê ku ji axa Îraqê re ber bi  devera Dêrezorê diço, kire armanca û dehan kamiyonên wê karwanê ku çek û cebilxane bû, teqandin.

Hêzên HSD jî bi piştevaniya esmanî ya Amerîkayê, li eniyeke nû ya şer de hewla kontrolkirina sînorên Rojava li qiraxa çemê firatê de dide û li der dora bajarê Helebê de jî li deverên Kurdî de çendîn cara pevçun di navbera hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed û hêzên Kurdî de derkevtin.