Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 6 kes li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de bidar vekirin

12:11 - 18 Kanûna pêşîn 2024

Li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de 6 kes ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û îfsad fî erz û kuştina bizanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, hatine bidarvekirin.

Pêka rapora “HRANA”yê, sibêdeha roja Çarşemî 29ê Sermawezê 6 kes ên bi navên “Hesen Elîyûsifî, Mecîd Cemşîdî, Sohrab Ehmedîpûr, Ebdulbarî Pekûhî(xelkê Efxanistanê), Ferzad Norûzî û rastgûyî kendelic” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bjarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Pêka amarên belavbûyî yên mafê mirovî, rêjîma Îranê ji “10ê October 2023 heta 8 October 2024”ê, zêdetir ji 811 kes ku 4 ji wan li dema binçavkirinê de zarok bûne li girtîgehên xwe de li seranserê Îranê bidar vekirine ku 4 ji wan li ber çavê xelkê hatine bidarvekirin û herwisa rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser 186 kesên din de jî sepandiye ku 3 ji wan dê li ber çavên xelkê medenî bêne bidarvekirin û herwisa 59 dosyeyên sizaya bidarvekirinê bo erêkirinê, bo dadgeha bilind a rêjîmê hatine şandin.