Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kasibkarekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên rêjma Îranê hate kuştin

11:24 - 19 Kanûna pêşîn 2024

Kasibkarekî Kurd ê temen 40 salî, xelkê Kamêranê ku nasnameya wî bi “Demawend Kemanger” hatiye ragihandin, bi teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîma Îslamiya Îranê li rêya bajarê Kerecê de hate kuştin.

Pêka rapora Hengawê, serêvara roja Sêşemî 27ê sermaweza 1403 a Rojî, “Demawend Kemanger”, ku bavê 2 zarkan e û xelkê gundê “Tefîn”ê, rûniştiyê bajarê Kamêranê li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîma Îranê bi dijwarî birîûndar bûye û bi sedema kûrahiya birînan li nexweşxanyeke bajarê Tehranê de canê xwe ji dest da.

Pêka raporan, “Demawend Kemanger roja Yekşemî 25ê sermawezêê bi şik û gumana hilgirtina tiştên qaçax, ji aliyê hêzên Întizamî ve kevtiye ber desrêjiya gulleyan.

Ev kasibkarê Kurd piştî ku bi dijwarî hatibû birîndarkirin û bi derba 3 gulleyên şer ên hêzên hove rêjîmê hatibû birîndarkirin, kevtibû rewşa komayê û bo navendeke dermanî li bajarê Tehranê hatibû veguhastin ku bi sedema xeda bûna birînan canê xwe ji dest da.