Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ti bernameyek bo rêgirîkirin ji jinavçona sirûşta Îranê nîne

11:32 - 19 Kanûna pêşîn 2024

Cihgirê yekem ê serkomarê rêjîma Îranê îtiraf kir ku ti rêkar û rêçareyek bo rêgirîkirin ji tebiqîna erdê û çikbûna avê û jinavçona çavkaniyên sirûştî û paşerojê nîne bi tenê em dikarin li ser wî halî bigrîn.

Mjihemedriza Arif, cihgirê yekem ê serkomarê rêjîma Îranê daye zanîn ku zêdetir ji %11 a axa Îranê diherife û ditebiqe û diçe xwarê.ew kirîzek netewî ye, zêdetir ji 5 milyon hiktar ji qopiyên Îranê anku %43 a wan bûne navenda tozê, me ti rêyek bilî girîn bo halê çavkaniyên sirûştî û paşeroja Îranê nîne”.

Îtirafkirina wî berpirsê rêjîmê li halekê de ye ku rêjîma Îranê bi zanebûn hewla çikkirina gola Urmiyê, qopiyên “Gawxûnî  Şadigan û Miyangeran û Hûrelezîm”ê li Xûzistanê û çendîn qopiyên din li seranserê Îranê de daye û armanca bingehîn jinavbirina sirûşta Îranê bi armancên ticarî ne ku paşhatên gelek dijwar û renge bê veger wek guherîna ekosîstem, koçberî û çolbûna deverê û jinavçona werzêrî û bêkarî û çendîn pirsgirêkên din li pey xwe tîne.