Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 2 kes û 2 şirket bi sedema rola wan li berfirehkirin û dabînkirina alav û sîstemên navîgasiyon an GPS ên hestiyar bo hêzên serbazî yên rêjîma Îranê xistine nava lîstê dorpêçan ser rêjîma Îranê.
Roja derbasbûyî, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku ofîsa kontrola darayiyên Wezareta Xezînedariya Amerîkayê (OFAC), 2 kes û 2 şirket bi sedema rola wan li berfirehkirin û dabînkirina alavên navîgasiyon an GPS ên hestiyar bo hêzên serbazî yên rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirin.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye ku saziya Cehada xudkefayî ya yekeya hewa-feza ya spaha pasdaran a terorîst û sazityên din ên vê rêjîmê, hewcehiyeke stratrjîk bi wan alavan bo berhemanîna diron û mûşekan hene.
Reutersê daye zanîn ku li vê derheqê de kesek bi navê Mehdî Mihemedsadiqî ku karmendekî şirketeke Amerîkayê bûye li eyaleta Masaçûsêtê de hatiye girtin, ku dê bê dadgehîkirin.
Şirketa SEDRA li Îranê û şirketa Îlomû li Swîsê ku li vê lîstê dorpêçan hatine zêdekirin, alavên hewce yên navîgasiyonê û alavên hestiyar ên din bo berhemanîna diron, mûşek û dironên jêravê û ser avê bo rêjîmê dabîn dikir.
Mihemed Abidînî Necefabadî ê birêveberê şirketa SADRA li Îranê û Îlomû li Swîsê û herwisa Kawe Merat ê berpirsê teknolojiya vê kompaniyê li lîstê dorpêçan hatine zêdekirin.