Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê tevî lipeyanîna nerizayetiyan, gelek xisar gihande xelkê Îranê

11:35 - 19 Kanûna pêşîn 2024

Bi sedema qutbûna lipeyhev a berqê û demdirêjbûna wan qutkirinan, xisarên giran bi çendîn beş li pîşeya Îranê kevtiye û xelk ji vê rewşê bêzar bûye.

Pêka dawî amaran, qutbnûna berqê bûye sedem ku li yekeya xwedîkirina mirîşkan li bajarê “Torbetê Cam”ê ser bi parêzgeha Xurasanê, tevahiya mirîşkên li vê yekeyê, ji nav diçin û li çendîn cihan de bi sedema qutbûna berqê, nan li nanxaneyan de nehatiye patin û hewîrê wan jinav çone û hejmarek ji karên pîşeyî tevî sekinîna kar, xisarên malî pêketine.

Pêka girte vîdyoyekê jî pizîşkên nexweşxaneya bajarê “Bêhbehan”ê bi sedema qutbûna berqê bi awayekî metirsîdar û bi neçarî, bi ronahiya mobaylan niştergerî bo welatiyekî kirine.

Xwediyên kargehên pîşeyî li yekeya Tecrîş li bajarê “Baqirşehr”ê de ragihandine ku zêdetir ji heftiyekê ye bi sedema qutbûna berqê karê wan sekiniye.

Herwisa bazariyên li bajarê Ebasabadê ser bi parêzgeha Mazenderanê jî ragihanine ku li rojekê de bi tenê karîne 2 demjimêran kar bikin û bi sedema qutbûna berqê karê ticareta wan sekiniye.

Herwisa li kombûneke berfireh a tacir û berhemhêneran de tevî rexnegirtin ji rêjîma Îranê dane zanîn ku bi sedema qutbûna berqê karê berhemanîn sekiniye, ticaret bi wî awayî nayê kirin û bi awayekî tund rû bi rêjîma Îranê gotine ku: hekî hûn nikarin wan pirskirêkan çareser bikin, dest ji kar berdin.

Rêjîma Îranê li vê rewşa dijwar de jî bacê ji berhemhêner û taciran distine.

Roja derbasbûyî wezîrê wize yê rêjîma Îranê ragihand ku bi sedema nebûna şewatê, 13 wizewgehên din ên berhemanîna berqê , karê xwe sekinandin.