Xelkê Îranê û bi taybet xelkê Rojhilatê Kurdistanê, şeva Yeldayê bi bilind ragirin û bi kirina şîrînî, meywe û tiştên din, vê şevê bi bilind radigrin û pîroz dikin, lê bi sedema bilinbûna nixran hewcehiyan, şiyana kirînê nînin.
Li devedevê şeva Yeldayê dirêjtirîn şeva salê wek adet û çanda kevnar û herwisa şeva ji dayîkbûna Rêberê mezin şehîd Dr. Qasimlo li Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistranê vê şevê bi awayekî taybet bi bilind radigrin û vê pîroz dikin, lê bi sedema daketina dahat û bilindbûna nirxan, xelkê şiyana kirina hewcehiyên taybet bi şeva Yeldayê nînin.
Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, li halekê de ku li bazaran de şîrînî, meywe û herwisa hewcehiyên din hene, lê beşa herî zêdeye xelkê nikare bi sedema hejarî û destkurtiyê, wan bikire û xwediyên dukanên li wan bazaran jî ragihandine ku xelk bi sedema hejariyê şiyana kirina wan tiştan nînin û kirîn bi kêmî heye.
Rêjîma Îranê di cihê çareserkirina hejariyê li Îranê bi sedan milyard Dolar ji dahata xelkê Îranê li bernameyên xwe yên wehmî li Rojhilata navîn û cîhanê de bi armanca berfirehtirkirina terorîzma navnetewî xerc dike.