Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberiya nû ya Sûriyê hewla balkêşandina welatên Rojavayî bo Sûriyê dide

12:11 - 19 Kanûna pêşîn 2024

Rêberiya nû ya Sûriyê daxwaz ji Saziya Netewên Yekgirtî kiriye ku alîkarî û hevkariya zêdetir digel Sûriyê bike û Firanse jî dixwaze deriyek nû ji pêwendiyan digel Sûriyê weke.

Li hewlên rêberatiya nû ya Sûriyê li warê ragihandina rêform û çaksaziyan bo paşeroj û xweşbijîviya xelkê Sûriyê û hewlên micid bo balkêşandina welatên xwedîbandor li Cîhanê bo aliyê Sûriyê, daxwaz ji Saziya Netewên Yekgirtî kiriye ku alîkarî û hevkariya zêdetir digel Sûriyê bike.

Tam Filêçir ê Serokê Ofîsa nû ya Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarê hevahengî bo gihandina alîkariyên Mirovî daye zanîn rêberatiya nû li Sûriyê li vê hizrê de ye ku digel vê saziya navnetewî hevkariyê bike, û xwe pêbendê zêdekirina gelek zêde ya alîkariyên mirovî yên hestiyar dizane.

Herwisa nûnerê taybet ê Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê de ragihandiye: “tevî ku hêj alozî bi dawî nehatine, lê em Sûriyeyekê dibînin ku aramî li wir cihgîr e”.

Ji aliyê din ve Firanse dixwaze dorpêçên bo ser Sûriyê bi merca beşdarbûna hemû aliyê Sûriyê li desthilata nû de hilveşîne û li avedankirina wî welatî de hevkariyê bike.

Hêj pirsa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi serastî rohn nebûye ku dê bê çareserkirin an ne!