Saman Yasîn, hunermendê binavûdeng ê xelkê Kirmaşanê û yek ji destbiserkiriyên tevgera Jînayê ku sizaya bidarvekirinê bi ser de hatbû sepandin, ji Îranê derkeft.
Saman Yasîn, Seyîdî, hunermendê xelkê bajarê Kirmaşanê û yek ji girtiyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” roja Çarşemî 2ê Xezelwera 1403a Rojî, bi dana barimteya 4 Milyard Tumen li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê bo yekem car murexesî bi wî dan.
Li gorî çavkaniya Kurdpayê, ev girtiyê siyasî piştî boçûna komîsyona pizîşkî, rizamendiya dadgeh û dabînkirina barimteya diyarîkirî ji aliyê malbata wî bi mebesta wergirtina çareseriya pizîşkî, murexesî bi wî hate dan.
Saman Yasîn li rêkevta 10ê Rezbera 1401 a Rojî, li peywendî digel xwenîşandanên seranserî li bajarê Tehranê hatibû girtin.
Saman Yasîn hunermendê xelkê Kirmaşanê hinek sitran li ser rewşa civakî û siyasî a civaka Kurdistan û Îranê sitrandine, herwisa piştevanî li xwenîşandanên sertaserî a xelkê Îranê kiribû.
Gorî dawî zaniyariyan wî hunermendê Kurd bi yêkcarî û bo xelasbûna ji gef û givaşên rêjîma Îranê, Rojhilatê Kurdistanê û Îran bi cî hêla.