Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 484an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

18:22 - 20 Kanûna pêşîn 2024

Hejmara 484an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt Rûpela 1- Peyama Rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta 26ê Sermawezê Roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê ye.

Rûpela 2- Deqa Peyama Navenda Hêza Pêşmergên Kurdistanê bi hilkefta roja Ala û Pêşmerge dikeve ber çavan.

Rûpela 3- Dîtingeha Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat li derheq bûyerên li Sûriyê.

Rûpelên 4- gotara - Di vê demê de ji bo Kurdan girîngiya guhertina paradîgmayê ye, ji nivîsa Kawe Ahengerî û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpelên 5- gotara - Piştevan û penaha çeperê, ji nivîsa Aso Minberî û wergêrana Bêhzad Simko.

Rûpela 6- Gotûbêja li ser danasîna çar kitêbên dawî ji berhem û nivîsa Seîd Veroj, beşa 1- Ji Tevgera Netewî ya 1925an Portreyên Şophiştî-II.

Rûpela 7- gotara - Azadîxwaziya jinan ji kevnar ve heya niha, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpelên 8 û 9- hatine terxankirin bo gotara - Bandora potansiyela Donald Trump li ser Rojhilata Navîn, jinivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 10- gotara - Cih û bîranîn, ji nivîsa Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e taybet bi şeva Yeldayê, anku şeva jidayîkbûna Rêberê mezin Dr. Qasimlo ku bi vê hilkevtê ve şeva Yeldaya ku bi Hezaran sal bû weke boneyekî çandî û girêdayî bi dîrokê û şirûşt li nava gelên Îranê de dihate bîranîn, lê bo gelê Kurd wate û boneyekî pîroztir dide ku ev jî yadê jidayîkbûna rojê anku Qasimloyê Kurdane ku gelê me her sal vê şevê anku yeldaê bi merasimên taybet bilind radigrin. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.