Hêzên Tehrîr-Elşamê tûnêlek li Sûriyê de peyda kirine ku bi rêya vê tûnela mezin, maşînên barhilgir cebilxane ji Sûriyê ve bo Lubnanê vediguhastin ku dehan milyard Dolar xerc hebûye û rêjîma Îranê ew bûdce dabîn kiriye.
Hêzên Tehrîr-Elşamê li lêkolînan de tûnêlek li Sûriyê de peyda kirine ku bi rêya vê tûnela mezin, maşînên barhilgir bi hêsanî, cebilxane ji Sûriyê bo Lubnanê vediguhastin, pêka gotina karnasan çêkirina vê tûnela bi dirêjahiya dehan kîlometran, bi milyardan Dolar xerc hebûye û rêjîma Îranê ew bûdce dabîn kiriye.
Herwisa wan karnasan dane zanîn ku rêjîma Îranê dehan milyard Dolar li Sûriyê de xerc kirine.
Pêka rapora ofîsa lêkolînan a Kongireya Amerîka û damezraveya navnetewî ya lêkolînan li derheq Aşitiyê li bajarê Stokholmê de li welatê Swêdê, rêjîma Îranê ji sala 2011 heta sala 2023 li navbera 30 heta 35 Milyard Dolar bi tenê bo avakirina jêrxanên serbazî û locistîkî yên Sûriyê û herwisa perwerdeya serbazî û cihgîrkirina hêzên xwe li Sûriyê de xerc kiriye.
Pêka vê raporê, rêjîma Îranê li avakirina binkeya serbazî ya Dêrezorê de zêdetir ji 250 milyon, navenda locistîkiya Laziqiyê zêdetir ji 180 milyon, avakirina binkeya esmaniya T4 bo pasarstina sîstemên Rûsiyê li nêzî bajarê Palmîra zêdetir ji 400 milyon Dolar xedrc kiriye.
Ew xercên sedan milyon Dolarî bi tenê beşeke gelek biçûk ji xercên rêjîma Îranê li Sûriyê de bûye.