Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hunermendekî kurd binçav kir

11:55 - 21 Kanûna pêşîn 2024

Hêzên îtilaat û bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê li bajarê Merîwanê de hunermendekî kurd ê xelkê wî bajarî binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, stranbêjekî xelkê Bajarê Merîwanê yê bi navê  “Aram Balekî” ji aliyê hêzên îtilaat û bi kirêgirtiyên rêjîma Îslamiya Îranê ve li bajarê Merîwanê de bi sedemke nexuya, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa li raporên belavbûyî dea maje bi vê yekê hatiye kirin ku armanca hêzên îtilaat û bi kirêgirtiyên rêjîmê li girtina wî stranbêjî, ev yeka bûye ku navbirî li rêûresma şeva Yeldayê li bajarê “Sahib”ê ser bi bajarê Seqiz”ê de beşdariyê neke û herwisa sedemeke din, belavkirina posteke dijî rêjîma Îslamiya Îranê li tora civakiya “Instagram”ê ya navbirî de bûye.

Herwisa hatiye baskirin ku piştî binçavkirina Aram Balekî, bervajiyê hemû yasayan, li rûpela wî ya tora civakiya “Instagram”ê de çend storî hatine belavkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, çi zaniyariyek li ser cihê veguhestin û ragirtina Aram Balekî wî welatiyê Kurd li ber dest nîne.