Bi zêdebûna helavsan anku teweromê li îranê de û herwisa bê qîmetbûna diravê îranê li hember diravê bîhanî de, û bihatiya hewcehiyan û peydanebûna dahatê û bêkarî û têra xerc nekirina hiqûqê karmendan, zêdetir ji %80 xelkê Îranê bersivderê jiyana xwe ninin û li jê hêla hejariyê de dijîn.
Nirxa yêk Dolarê Amerîka li hember diravê îranê geheşte nêzî 80 Hezar tûmenî û vê yêkê jî bandora rastevxwe danaye ser nirxa hewcehiyên rojane ye xelkê.
Gorî amar û datayên wêbsayta Êqtisad Anlayîn û gorî hêla hejariyê ku li ser esasê diyarîkirina Banka Cîhanî, û bi berçavgirtina rewşa niha a xelkê îranê û kirîza abûriya heyî, bo jiyana heçî malbatekî 3 kesî, 40 heya 50 Milyon Tûmen hewceye. Ew li halekê deye ku niha hiqûqê karmendekî sade wek mamosta yan perestaran derdora 10 milyon Tûmeniyê.
Gorî amarên navxweyî heqdestê kirêkaran, û hiqûqê Karmendan têra heqê Av, Berq, Gaz, Telefon, Şaredariyê nake, yan hekî malbatek kirênişîn be ku pitir ji 15 milyon kes kirênişînin, hekî karmend be yan kirêkarî hertimî be û hemî rojê kar hebe, hiqûq û desmiza wan têra kirêya malê nake.
Sebebkarê wê rewşa felaketbar jî rêjîma kevnepereste komara îslamiye ku bi siyasetên xwe yê şaş û şerxwazane, salane dehan Milyard Dolar ji serweta xelkê dibe û dide girûpên tirorîstiye girêdayî bi xwe li nawçê de.