Pêka dawî amarên belavbûyî rêjeya binçavkirina xoserane ya welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarî Mihabadê de gihîştiye 13 kes.
Pêka rapora Kurdpayê, li 27ê Sermaweza 1403 a Rojî, bi eşekerebûna nasnameya 2 welatiyên din ên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê li bajarê Mihabadê de, rêjeya binçavkirina xoseraneya welatiyên Kurd li wî bajarî de gihîşte 13 kesî.
Pêka vê raporê, “Ebdulla Quwe û Salar Şemsnijad” li roja Şemî 24ê Sermawezê de hatine binçavkirin û bi wî awayê rêjeya binşavkirinan 13 kes in.
Roja Yekşemî 25ê Sermawezê, pêka dawî amara binçavkirina welatiyên Kurd li bajarê Mihabadê 11 kes bûn ku navê wan, “Osman(Şiwane) Cehanîfer, Eyûb Resûlî, Rêbwar Resûlî, Siyamend Seyîdehmedî, Qadir Xeramanfer, Kemal Mesûdî, Celal Sedefî, Yûsif Qal, Aram Mebzûle, Rehman Dana û Zanyar Seyîdehmedî” bûn.
Ew welatiyên Kurd bê belgeya yasayî û piştî êrîşkirina hêzên îtilaata rêjîmê bo ser malên wan, hatine binçavkirin û heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û herwisa cihê ragirtina wan, ti zanyariyeke serast li berdest nîne.
Pêka dawî rapora Kurdpayê, ew kesane bi armanca lêpirsînan bo yek ji girtîgehên îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê hatine veguhastin û kesek ê bi navê “Siyamend Seyîdehmedî”, xelkê gundê “Beyrem”ê ser bi bajarê “Mihabad”ê, piştî çendîn demjimêr ji girtina wî, ew hatiye azadkirin.