Wezareta Zanist a rêjîmê ragihandiye ku bi sedema rewşa hewa, heta dawiya salê zanîngeh dikarin kilasan bi awayê Online bi rê ve bibin, pêka hinek dîtingehan ew milîtarîzekirineke nerim a zanîngehan e.
Piştî ku wezareta zanist a rêjîmê ragihand bi sedema rewşa hewa kilasên wanegotinê li zanîngehan bi awayê Online bi rê herin, hinek çavdêran dane zanîn ku ew biryara rêjîmê bi awayek milîtarîzekirina nerim a zanîngehan e û hinek çavdêran jî dane zanîn ku ew mangirtineke seraserî ya ne-fermî ye.
Ragihandina vê biryara rêjîmê li halekê de ye ku rewşa hewayê îsal bi berhevdanîn digel zistana sala par guherîneke berçav nebûye lê berpirsên rêjîmê şiyana çareserkirin a pirsgirêkên berq, gaz û pîsiya hewa nînin.
Zanîngeh li salên derbasbûyî de yek ji navendên herî bingehîn ên xwenîşandanên nerizayetiyê bûne û bi vê biryara rêjîmê, wanegotin heta dawiya îslal dê bi awayê Online bi rê ve here û hinek çavkaniyan jî dane zanîn ku hêzên dije şoreş ên rêjîmê li hinek bajaran de cihgîr bûne.
Çavdêran dane zanîn ku rewşa niha ya Îranê, “Sonamiya îflaskirin” a bi sedema birêveberî ya kesên wehmî yên rêjîmê ye.