Şeva Yelda ku bi navê dirêjtirîûn şeva salê tê naskirin û herwisa rêberê zana “Dr. Qasimlo” 94 salan berî niha li vê şevê de li gundê Qasimlo ser bi bajarê Urmiyê ji dayîk bibû, bi awayekî bi şan û bi hate pîrozkirin.
Şeva Yelda û şeva ji dayîkbûna Şehîd “Dr. Qasimlo” bi awayekî bi şan li Rojhilatê Kurdistanê de hate pîrozkirin û malbat bi kombûn li ser sifreya vê şevê, wêneya Dr. Qasimlo li ser sifreya xwe danîn û roja jidayîkbûna wî rêberê mezin û herwisa şeva Yeldayê pîroz kirin.
Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de malbatên şehîdan jî bi taybet malbatên şehîdên tevgera “Jin Jiyan Aazadî”yê û hejmareke zêde ji xelkê wan bajaran bi danîna wêneya Dr. Qasimlo li ser sifreya şeva Yeldayê, jidayîkbûna wî rêberê mezîn pîroz kirin û peyamên pîrozbahiyê belav kirine.
Herwisa li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bi belavkirina wêneyên Şehîd Dr. Qasimlo li nav meydan û şeqamên bajaran ên wek bajarên, Bokan, Şino, Bane, û Mihabadê û Urmiye û çendîn deverên derdora wan bajaran de hatine belavkirin û şeva jidayîkbûna “Dr. Qasimlo pîroz kirin.
Herwisa li bajarên wek Selmas Urmiye, Rebet, Pîranşar, Şino, Bane, Mihabad heya digîje Îlam û Kirmaşan û û sine û merîwan û seqizê, û li gund, dever, bajarokên seranserî Rojhilatê Kurdistanê bi danîna wêneya Dr Qasimlo li ser sifreya Şeva Yeldayê, roja jidayîkbûnma “Dr. Qasimlo” pîroz kirin.
Rêberê Şehîd “Dr. Qasimlo” li şeva yelda ya sala 1309 a rojî, anku sala şehîdbûna rêberê netewîye Kurd Simko yê Şikak, li gundê Qasimlo ser bi bajarê Urmiyê ji dayîk bû.