Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê ku bi tohmerta endametî li yêk ji partiyên Kurdistaniye dijberî rêjîma Îranê, sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, hate binçavkirin û bo derbaskirina sizaya sepandî, bo girtîgehê hate veguhastin.
Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Idrîs Karsaz” ê temen 47 salî, ku pêştir bi tohmneta endametî li Hizbekî Kurdistanî de, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, bo derbaskirina vê sizaya sepandî hate girtin û bo gitrîgehê hate veguhastin.
Hêzên îtilaata rêjîmê li 13ê Pûşpera 1403 a rojî de bê belgeya yasayî êrîş kiribûne ser mala “Îdrîs Karsaz”, navbirî binçav kiribûn û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê veguhastibûn.
Navbirî li heyva Rezbera 1403 a Rojî de ji aliyê dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi tohmeta endametî li hizbekî Kurdistanî, 3 sal sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin û piştî 45 roj ragirtin li girtîgeha rêjîmê, bi danîna barimteya 600 milyon Tûmenî, bi awayê demkî û heta dawîhatin bi qonaxên dadgehîkirinê, ji girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Şinoyê hatibû serbestkirin.
Navbirî li heyama binçavkirin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, ji mafê pêywendîgirtina têlêfonî, hevdîtin digel malbat û herwisa mafê hebûna parêzer, hatibû bêparkirin.