Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li Skandinaviyê de zarokan bo kiryarên terorîstî bi kar tîne

10:37 - 22 Kanûna pêşîn 2024

Rêjîma Îranê bi rêya torên cîvakî, zarokên welatên Skandînaviyê bi taybet yên jêr temenê 15 saliyê de bi dana diraf dixapîne û kiryarên terorîstî li hember diraf de bi wan dide kirin.

Roja Şemî 1ê Befranbarê, belavoka “Bloomberg” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rêjîma Îslamiya Îranê bi awayekî berdewam, hewla xapandina zarokan bi taybet ên temenê jêr 15 salî li welatên Skandînaviyê de dide û bi dana diraf wan bo encamdana kiryarên terorîstî li welatên “Swêd û Norwêj”ê, han dide û dixapîne.

Pêka yasayên wan welatan, zarok bi taybet ên ku temenê wan kêmtir ji 15 salan be, hekî tawanekê encam bidin, lipeyketin bo wan nayê kirin û rêjîma Îranê bi vê yekê li torên civakî yên wek: “Telegram, Tiktok, WhatsApp û …h.d”pêwendî bi wan cure zarokan re digre û li hember dana diraf, wan bo encamdana kiryarên terorîstî neçar dike.

Pêka vê raporê, rêjîma Îranê bi rêya karbidestên xwe li hember avêtina her Koktêyl Molotofekê de 120 EURO û li encamdana her kuştinekê de hezar û 500 EURO, bi wan zarokan pêşniyar dike.

Berpirsekî payebilind ê Yekîtiya Ewropayê li pêregihîştina bi vê dosyê de tekezî kiriye ku lawazbûnja torên terorîstê yên rêjîma Îranê li Rojhilata Navîn wek “Hemas û Hizbullah û … h.d” metirsiya êrîşên terorîstî yên rêjîma Îranê li Ewropayê de kêm nekiriye, belku bervajî, rewşa niha ya ser li Xezê bo bikaranîna zarokan li nav heşîmetên hestiyar bi şerê Xezê, hêsantir kiriye.

Li heyva May 2024ê de piştî teqekirin li balyozxaneya Îsraîl li Swêdê, polîsê wî welatî 2 zarokên temen 14 û 15 salî binçavkirin û bi eşkere rêjîma Îranê bi tawanbar zanîn ku bi kirêgirtina taqimên tawankar, êrîşê bo ser berjewendiyên Îsraîl li Swêdê de dike û yek ji wan taqimên tawankar, taqima “Foxtrot” e.