Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendevan li bajarê Urmiyê li kilasên sar de waneyan dixwînin

10:42 - 22 Kanûna pêşîn 2024

Li halekê de ku bajarê Urmiyê yek ji bajarên Herî sar li Parêzgeha Urmiyê de ye, li kilasên xwendingehan de sîstema germkirinê kar nakin û xwendevan li sir û sermayeke gelek dijwar de dimînin.

Ji çend rojan berî niha ve pileya sir û sermayê li bajarê Urmiyê de çend rojan derdora 11 pileyan jêr sifrê bûye û bi sedema nebûna şewat û herwisa nebûna alavên germkirina kilasên wanegotinê, xwendevan li kilasên gelek sar de dimînin û li wan cure kilasan de waneyan dixwînin û bi berçavgirtina zarokbûna pitira zêde ya wan xwendevanan û nebûna kincên bi wec bi taybet bo zarokên hejaran û dijwarbûna sir û sermaya li wan kilasan, ew bi trajêdiyeke mirovî tê dîtin.

Pêka raporên belavbûyî yên xwecihî li torên civakî li bajarê Urmiyê, wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê li parêzgeha Urmiyê li berteka vê yekê de rû bi malbatên zarokan gotine ku em perpirsê vê yekê nînin û heta bo daxistin an nedaxistina wan kilasan, em li benda daxuyaniyên serwetir in.

Li halekê de ku zêdetir ji %80 a xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijî û nikarin pitira hewcehiyên binbgehîn wek xwarin, xanî û kincan bo xwe dabîn bikin, rewşa zarokan li xwendingehên de bê germa û bê kincên taybet, li sir û sermayeke gelek dijwar, trajêdiyeke din ji jiyan li Îran a li jêr desthilta rêjîma îslamî de ye.