Heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Merakêşê de beşdarî li kombûna Şêwreya Înternasyonal Sosyalît de dike.
Roja Şemî 1ê Befranbara 1403 a Rojî, beranber bi 21ê December 2024 a Zayînî, kombûna 2 rojeya Şêwreya Înternasyonal Sosyalît li bajarê “Rebat”ê paytexta welatê Merakêşê, dest pê dike û heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, beşdarî li vê kombûnê de dike.
Heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku ji rêzdaran “Mewlûd Siware yê endamê rêberiya Hizba Dêmokrat û nûnerê Hizbê li Întenasyonal Sosyalîst, Kiwêstan Gadanî ya endama rêberiya Hizba Dêmokrat û berpirsa heyeta birêveberî ya vê Hizbê li derveyî welat, Gelawêj Mihemedî ya nûnera Hizba Dêmokrat li Welatê Norwêjê” pêk hatiye, beşdarî li vê kombûnê de dike.
Kombûn li rojên Şemî û Yekşemî bi rê ve diçin.
Kurdkanal piştre hûrdekariyên zêdetir ên vê kombûnê dê bo temaşewanên xwe belav bike.