Şêwirkarê Ewlehî yê Koşka Sipî, daye zanîn ku Amerîka nigeranê vê yekê ye ku rêjîma Îslamiya Îranê ku bi sedema guherînên li Rojhilata Navîn lawaz bûye, rû bi berhemanîna çeka navkî bike.
Roja Yekşemî 2ê Befranbarê, Şêwikarê Ewlehî yê Koşka Sipî “Jake Sullivan”, li hevpeyvîn digel “CNN”ê de ragihand ku Amerîka nigeranê vê yekê ye ku rêjîma Îslamiya Îranê ku bi sedema guherînên li Rojhilata Navîn lawaz bûye, rû bi berhemanîna çeka navkî bike û navbirî îşare bi vê yekê jî kir ku li derheq vê metirsiyê, bijartiyên bo kabîneya Donald Trump, agehdar kirine.
Herwisa navbirî daye zanîn ku bi bawera wî Donald Trump derfet heye ku bi rêya dîplimasiyê, vê pirsgirêkê çareser bike û renge bi sedema rewşa ku niha rêjîma Îranê kevtiyê û lawaz bûye, bikare rêkarek digel rêjîma Îranê bo gihîştin bi lihevkirinekê peyda bike û rê ji bilindfirîn û zêdexwaziyên navkî yên rêjîma Îranê bo heyameke dirêj, bigre.
“Jake Sullivan” tevî gotina vê yekê ku şiyana rêjîma Îranê jî kêm bûye îşare bi li êrîşa esmaniya Îsraîlê bo ser navendên berhemanîna mûşekî û sîstema bervaniya esmanî ya rêjîma Îranê kir.
Li rastiyê de rêjîma Îranê ti car ji hewldan bo berhemanbîna çeka navkî nesekiniye û bi her awayek ew bernameya xwe heta niha berdewam kiriye û berhemanîna Uraniyom a bi tîratiya zêdetir ji %60 belgeyeke rohn û eşkere li ser serbazxîbûna vê bernameya rêjîmê bo berhemanîna çeka navî ye û ew yek ji aliyê pitira welatên xwedî hêz ên cîhanê û herwisa Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi caran huşdarî dane.
Heta niha jî beşeke zêde ji hûrdekariyên bernameyên navkî yên rêjîma Îranê bi serastî nehatine zanîn û xuya nîne ku li binkeyên navkî yên veşartî û neragihandî de rêjîma Îranê çi bername bi rê ve birine.