Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat: Me ti cure danûstandinek digel rêjîma Îslamiya Îranê nebûye

10:52 - 23 Kanûna pêşîn 2024

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li rohnkirinekê de bo hizra giştî, dengoya danûstandin li navbera xwe û rêjîma Îslamiya Îranê, red dike.

Deqa rohnkirinê wiha ye:

Rohnkirin:

Çend rojan berî niha û li babeteke rojnamevan “Enwer Husên”(Bazgir) ku li torên civakî de belav bûye û li çend cihên vê babetê de bas ji rewşa Kurd li guherînên deverê de dike, li çend xalan de îşare bi Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kiriye ku ew zanyarî şaş û nerast in. Navbirî li beşeke babeta xwe de bas ji pirsek a bi navê “Danûstandinên li navbera Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Tehranê li Bexdayê” û bê encammana vê danûstandinê dike.

Li vê derheqê de em bi hizra giştî radigehînin, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tevî baweriya ji mêjve bi diyalog û gotûbêj wek binyat û pirensîpeke xebatkarane li pêxema çareserkirin a aştîxwazaneya pirsa netewiya xelkê Kurdistana Îranê, ti cure gotûbêj û danûstandinek digel rêjîma Îslamiya Îranê de nîne û herwisa siyaset û pêwendiyên Hizba Dêmokrat jî li asta welatan û aliyên siyasî, li ser binyata berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê hatiye dariştin û li ser hemen rêbazê maye û ber bi pêş ve diçe.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Ragihandin

3ê Befranbara 1403 a Rojî

23ê December 2024 a Zayînî