Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê de kombûnên nerizayteî bi rê ve çon

11:54 - 23 Kanûna pêşîn 2024

Li bajarê Kirmaşanê de pêşkirên xaniyên Meskenê Mêhrperdîs û li bajarê Îlamê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Dûşemî 3ê Befranbara 1403 a Rojî, pêşkirên xaniyên “Meskenê Mêhrperdîs” li bajarê Kirmaşanê ku 12 salan berî niha dirafê kirina wan xaniyan dane, nerizayetiya xwe li derheq amadenebûn û bi nîvekarmana wan xaniyan û herwisa zêdekirina nirxa wan xaniyan ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve kombûna nerizayteiyê lidar xistin.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarê Kirmaşanê de li derheq kiryarên heyeta birêveberî û beşa Teavon a îdareya Muxabirat ku spaha pasdaran a terorîst xwediyê vê ye, nerizayetiya xwe dane xuya.

Spaha pasdaran a terorîst ji sala 1388 a Rojî ve %51 a pişkên şirketa Muxabirat a Îranê kiriye û 3 şirketên ser bi bonyadê Teavon a spaha pasdaran a terorîst vê bi rê ve dibin û bê berçavgirtina daxwazî û hewcehiyên malnişînkiriyan, vê şirketê bi rê ve dibe û heyamekeî zêde ye ku malnişînkiriyên vê îdareyê daxwaza birêveçona tevav a ayînnameya karpêdan a sala 1389, bîme û çareserkirina pirsgirêkîn bîmeyê dikin lê heta niha ti bersivek ji aliyê wan berpirsan ve bi wan nehatiye dan.