Li heftiya derbasbûyî de li 25ê Sermawezê, 7 kes li serpila Zehawê de ji aliyê Îtilaat a rêjîmê ve, hatibûne binçavkirin û bi eşkerebûna navê 2 ciwanên din ên binçavkirî li vê rojê, rêjeya binçavkirina gihîşe 9 kes.
Heftiya derbasbûyî li 25ê Sermawezê de 7 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Serpila Zehawê yên bi navên “Hêmin Palanî, Xalid Kemerî, Aymen Sefayî, Omîd Salihî, Orfan Muradî, Peyam Rencber û Komar Salihî” ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîmê li bajarê Serpila Zehawê de hatibûne binçavkirin.
Pêka dawî zanyariyên belavbûyî, 2 ciwanên din ên xelkê bajarê Serpila Zehawê yên bi navên “Pûya Dilcû û Aryam Ehmedî” jî li vê rojê de ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li vê bajarî, hatine binçavkirin.
Herwisa hatiye baskirin ku 3 welatiyên din jî li wî bajarî de hatine binçavkirin ku nasnameya wan hêj nehatiye zanîn.
Tevî derbasbûna zêdetir ji heftiyek ji binçavkirina wan welatiyên Kurd ji aliyê îtilaat rêjîmê ve, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd û herwisa cihê ragirtina wan, li ber dest nîne.