Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Heyeta Hizba Dêmokrat li kombûna dawî ya Şêwreya Înternasyonal Sosyalîst de

11:05 - 24 Kanûna pêşîn 2024

Kombûna roja Duyem û dawî ya Şêwreya Înternasyonala Sosyalîst bi beşdariya heyeta Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Rebat”ê paytexta Merakêşê bi dawî hat.

Roja Yekşemî 2ê Befranbara 1403 a Rojî beranber bi 22ê Kanûna Pêşîn a 2024 a Zayînî Kombûna roja Duyem û dawî ya Şêwreya Înternasyonala Sosyalîst bi beşdariya heyeta Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li demjimêr 10ê sibêdeh dest bi karê xwe kir.

Li kombûna roja duyê de nûnerên wan hizb û aliyên ku li roja yekem de nekarîbûn gotarên xwe pêşkêş bikin, bi beşeke berçav a wan derfet hate dan ku gotarên xwe pêşkêş bikin.

Li qonaxa din a kombûnê de kar li ser daxuyaniyan hate kirin, li destpêkê de daxuytaniya “SI” anku “Socialist International” li derheq xebat bo parastina jîngeh û erkên “SI”, li vê derheqê û binpêkirina mafên mirovî û … h.d, bi tevahiya dengan hate erêkirin.

Li vê beşê de li ser zêdetir ji 20 daxuyaniyên welatên beşdar biryar hate dan û bi tevahiya dengên endamên “SI”yê hatine erêkirin. Li nav wan daxuyanede biryarnameya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi tevahiya dengan hate erê kirin ku deqa vê wiha ye:

Daxuyaniya şanda Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bo kombûna Encumena Înternasyonal Sosyalîst li Merakêşê       

1 - Binbpêkirinên li derheq gelê Kurd û înkarkirina mafên wan ji aliyê desthilatên siyasî, berdewam e, em daxwaz dikin ku Înternasyonala Sosyalîst piştevaniyê ji mafên siyasî û netewiyên Kurd bike û bi rêya rêkxistina Netewên Yekgirtî, daxwazê ji dewletên pêywendîdar bi pirsa Kurd bike û êdî nasnameya netewiya Kurd neyê înkarkirin û mafên wan bêne dabînkirin û dawî bi wan binpêkirinane bînin.

2 - Bi milyonan zarokên Kurdan ji aliyê rêjîman ve ji xwendin bi zimanê zikmakî hatine bêparkirin, bi dehan kes ji mamostayên zimanê Kurdî ku bê beranber wane bo xwendevanan gotine, ji aliyê komara Îslamî vê hatine girtin ku ew yek dijayetî digel rêkevtinnameya mafê zarokan û mafên mirovî ya Netewên Yekgîrtî de heye û em daxwazê dikin ku hewla azadkirina wan mamostayan bê dan.

3 - Li xwenîşandanên medenî û li tevgera “Jîna” (Jin Jiyan Azadî)yê de hejmarek çalakvanên kur û keç hatine girtin û niha jî li girtîgehên rêjîma komara Îslamiya Îranê de li jêr îşkencekirin û azardanê de ne, em daxwazê ji we dikin ku bo azadkirina wan bi rêya rêkxistinên mafê mirovî û rêkxistina Netewên Yekgirtî, hewla azadkirina wan bidin.

4 - Jîngeha Kurdistanê bi sedema danîna mînan li dema şerên Îran û Îraqê de ji aliyê wan rêjîman ve gefek mezin bo xelkê medenî çêkiriye, em daxwazê dikin ku bi rêya aliyên pêywendîdar ve hewla pûçkirin û rakirina wan mînan bê dan.

5 - bo bi dawîanîn bi kuştina kolber û kasibkaran li sînorê Îranê, givaşê bêxne ser rêjîma Îranê.

6 - Li Înternasyonal Sosyalîst de pirsa Kurd bi awayekî bersivder bê rêkxistinkirin û pêka projeyên modern û bi wec, bi taybet li rewşa niha ya Rojhilata Navîn de bo pêdagirî û lipeyketin bo mafên Kurd derfet bêne peydakirin.

Hewceyî amajepêkirinê ye ku Heyeta Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê digel beşeke din a endam û nûnerên beşdar li kombûna “SI”yê hevdîtin kirin.