Pêka dawî amarên belavbûyî, hêzên Tehrîr El-Şam û hêzên din ên dijberî rêjîma Beşar Esed, êrîşên xwe bo ser bajarên din ên wek Hemmayê tundir kirine û hêzên sûriyê û herwisa spaha pasdaran a terorîst ji binkeyên xwe revîne û hejmareke nexuya ji wan hatine kuştinê.
Li halekê de ku artêşa rêjîma Beşar Esed û hêzên spaha pasdaran a trorîst paşekêşiyê dike, enbarên cebilxaneya xwe jî diteqînin, hêzên Tehrîr El-Şam li derwazeyên bajarê Hemayê de digel wan hêzan ser bi rîjîma Beşar Esed şer dikin û niha piraniya wî bajarî kevtiye destê hêzên dijberî rêjîmê.
Pêka gotina hinek çavkaniyên nefermî, hêzên spaha pasdaran a terorîst daxwaz ji rêjîma Îranê kirine ku bi lezgînî, wan û malbatên wan li Sûriyê veguhaze û binkeya spaha pasdaran li “Xan Şêyxûn” de kevtiye destê hêzên “Tehrîr El-Samê.
Herwisa hejmarek ji milîsên ser bi rêjîma Îranê û artêşa Beşar Esed ji aliyê dijberên vê rêjîmê li devera “Meimerat El-Meiman” li derdora bajarê Idlibê de hatine girtin û balafirxaneya leşkeriya “Koyrisê” jî kevtiye destê wan hêzan.
Ji aliyekî din jî gorî dawî zaniyariyan hinek hêzên Heşda Şeiebî û milîsên girêdayî bi rêjîma Îranê ji Îraqê ve bi armanca parastina Şamê, çone nava axa Sûriyê.
Hikûmeta Îraqê herçiqas piştevaniya xwe ji Beşar Esed ragihandiye, lê ji bona xwe parastin û dûr ragirtina wî şerî hemî sinûrê di navbera Îraq û Sûriyê bi hêza Artêşa îraqê girtiye û gorî ragihandinên Îraqî, li ser sinûr dîwarê konkirêtî danane û çavedêriyekî tunde sinûran dike.