Welatiyekî xelkê bajarê Nexedê û welatiyekî din ê xelkê bajarê Fîrûzabadê ser bi parêzgeha Luristanê li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Urmiye û Kirmaşan”ê de hatine bidarvekirin.
Sibêdeha roja Dûşemî 3ê Befranbara 1403 a Rojî, welatiyekî Kurd ê temen 45 salî, xelkê bajarê Nexedê bi navê “Luqman Şenge” ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê, hate bidarvekirin.
Herwisa li girtîgeha “Dîzilabad” a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de, welatiyek bi navê “Hemîd Muradiyan”, xelkê bajarê Fîrûzabadê ser bi parêzgeha Luristanê ku pêştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li sibêdeha roja Şemî, 1ê Befranbarê hate bidarvekirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ragihandinên fermî yên rêjîmê û herwisa ragihandinên ser bi dezgeha dad a rêjîmê, bidarwekirina wan welatiyan belav nekirine.
Rêjîma Îranê bidarvekirina xelkê Îranê bi taybet welatiyên Kurd û hevwelatiyên Belûç, wek alaveke serkutkirin û tepeserkirina zêdetir bi kar tîne.