Endamekî encumena civakî ya “Jiyar” xelkê bajarokê “Bilwanawa” ser bi bajarê “Dêwulan”ê, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya yek heyv hepskirin û 240 demjimêr karkirina bê beranber bo îdareya Rê, bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora Kurdpayê “Sîna Mihemedî” endamê encumena civakî ya “Jiyar” ê xelkê bajarê Bilwanawa”yê ser bi bajarê Dêwulanê, ji aliyê taya 102 a dadgeha sizakirina 2 a rêjîmê li bajarê Dêwulanê ve sizaya yek heyv hepskirin û 240 demjimêr karkirina bê beranber bo îdareya rê ya bajarê Dêwulanê, bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora Kurdpayê ew çalakvanê medenî bi tohmeta alozkirina aramiya giştî bi rêya beşdarî li nerizayetiyên xelkê bajarê “Bilwanawa”yê li ser rewşa xirab a rê û xirabbûna rêyan bi sedema hatinûçona maşînên barhilgir ên kangehê, ew sizaya bi ser de hatiye sepandin.
Li 27ê Xermana a sala 1403 a rojî, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê, bê belgeya yasayî êrîş kiribûne ser mala wî welatiyê temen 27 salî û bi awayekî hovane û bi tundûtijiyê, ew binçav kiribûn ku piştî 8 roj lêpirsînan bi dannîna barimteya yek milyard Tumenî, bi awayê demkî, ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Qurwê, hatibû azadkirin.