Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara binçavkiriyên li bajarê Mihabadê gihîşte 15 kesî

11:47 - 24 Kanûna pêşîn 2024

bi eşkerebûna nasnameya binçavkiryekî din ê xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên dije mirovahî yên îtilaata rêjîma Îranê ve li 25ê Sermawezê, rêjeya welatiyên binçavkirî li bajarê Mihabadê, gihîşte 15 kesan.

Pêka rapora Kurdpayê, piştî eşkerebûna nasnaneya welatiyekî din ê binçavkirî ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li 25ê Sermawezê yê bi navê “Çiya Nesrullahî” yê temen 38 salî, rêjeya welatiyên binçavkirî li bajarê Mihadabê de gihîşte 15 kesî.

Pêka rapora Kurdpayê hêzên îtilaata rêjîmê, bê hebûna belgeya yasayî êrîş kirine ser cihê karê “Çiya Nesrullahî” li taxa “Berî Şîlanan” a bajarê Mihabadê û ew binçav kirine.

Li roja Duşemî 26ê Sermawezê de jî “Nazenîn Elyasî” welatiya xelkê bajarê Mihabadê piştî gazîkirin bo îdareya îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê, hate binçavkirin.

Roja Şemî 24ê Sermawezê jî “Ebdullah Quwe û Salar Şemsnijad” ên xelkê gundê “Kulîce”yê ser bi bajarê Mihabadê hatibûne binçavkirin.

Bi berçavgirtina 11 kesên din ên binçavkirî li roja Yekşemî 25ê Sermawezê, rêjeya binçavkirina welatiyan ji 24 heta 26ê Sermawezê li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve gihîşte 15 kesan.

Heta niha li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan çi zaniyariyek ber dest nîne.